Yehya Resûl: Du cihên xwevesartinê yên DAISê hatin teqandin

27 March 2021 12:32 0 dîtin
Yehya Resûl: Du cihên xwevesartinê yên DAISê hatin teqandin

PeyamaKurd  Li Enbarê, du cihên xweveşartinê yên DAIŞê hatin teqandin. Herwiha di encama teqîna bombeyeke li rojavayê bajarê Mûsilê jî, kesekî can da.

Li gor Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl diyar kir; du cihên xweveşartinê yên DAIŞê li devereke ser bi navçeya Rutbe ya li rojavayê Enbarê hatin teqandin û hejmarek çek û teqemenî jî hatin dîtin.

Herwiha, ji ber teqîna bombeyekê li gundê Tawle yê ser bi bajarokê Eyaziye yê li rojavayê Mûsilê, kesekî can da.

Li aliyekî din, bombeyeke din jî li devera Cerbûiye ya Semawe teqiya û di encama teqînê de du kesên sivîl birîndar bûn. Li navçeya Şareban jî, li sînorê parêzgeha Diyala, polîsek ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin, li naverasta Besrayê jî, termê keçek parçe parçekirî di nav çopxaneyekê de hat dîtin.