Yehya Resûl: Dije Terora Kurdistanê li Hewlêrê serkirdeyekî DAISê desteser kir

20 February 2022 15:55 0 dîtin
Yehya Resûl: Dije Terora Kurdistanê li Hewlêrê serkirdeyekî DAISê desteser kir

PeyamaKurd - Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Yehya Resûl ragihand ku li Hewlêrê bi operasyoneke hevbeş a Dije Terora Kurdistanê berpirsekî DAIŞê yê rêveberiya rêxistinê li Herêma Kurdistanê û Başûrê Iraqê dikir hat desteser kirin.

Yehya Resûl ragihand ku operasyonên wan ên li dijî liv û tevgera DAI0Şê li herêmê berdewam dikin û got, di operasyoneke hevbeş a bi agahiyên îstixbaratî rêveberê çekdarên DAIŞê hat girtin.

Hat diyarkirin ku navê wî serkirdeyê DAIŞê yê rêveberê rêxistinê yê Herêma Kurdistanê û başûrê Iraqê Mihemed Wehbî Faris Şkerî yê bi nasnav Ebû Ehmed e.

Yehya Resûl da zanîn ku ew serkirdeyê DAIŞê piştî çavdêriya hûr a Hêzên Dijî Terora Kurdistanê û hêzên wan hatiye desteserkirin.