Balafirên hevpeymaniyê navenda girtîgeha Hesekê bombebaran kir, ser didome...

23 January 2022 15:00 0 dîtin
Balafirên hevpeymaniyê navenda girtîgeha Hesekê bombebaran kir, ser didome...

PeyamaKurd – Balafirên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, navenda girtîgeha li Hesekê ya ku terosîstên DAIŞê serhildan kiriye bombebaran kir.

Li gorî zanyariyan şer û pevçûn ji şeva 20ê Çileyê ve li zindana Hesekê û derdora wê berdewam in û şervanên HSDê dever bi temamî dorpêç kirine û hewl didin rewşê kontrol bikin.

Balafirên Hevpeymaniya Navdewletî jî vê sibehê DAIŞiyên li nav zindanê bombebaran kirin.

Şerê dijî çekdarên DAIŞê di Girtîgeha Hesekê de ji aliyê şervanên HSDê ve bi piştîvaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî berdewam dike û li gor daxuyaniya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), derdora 100 heta 110 terorîstên DAIŞê li nav zindanê şer dikin.

Herwiha HSDê daye zanîn ku li derveyî zindanê şer nemaye, lê ji bo kontrolkirina nava girtîgehê şer û pevçûn didomin.

Rêveberiya Xweser: Êrîşên DAIŞê pir xeter û mezin in, destê welatên cîran tê de heye!

SOHR: Di şerê girîtgeha Hesekê de 102 kes hatine kuştin...

HSDê bîlançoya şerê girtîgeha Hesekê eşkere kir: 17 şehîd 23 birîndarên me hene