HSD û Hevpeymaniyê li Hesekê rahênana leskerî ya hevbes pêk anîn
PeyamaKurd - Hêzên HSDê û hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî, li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê rahênana leşkerî ya hevbeş li dar xistin.
Hat ragihandin ku Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ya bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), li baregeha leşkerî ya Qesrik a li Hesekê rahênaneke hevbeş a leşkerî pêk anîne.
Hate hînbûn ku di rahênana ku helîkopter jî hatine bikaranîn de çek û cebilxaneyên cuda hatine ceribandin. Şêniyên herêmê dan zanîn ku dengê teqînên rahênanê li gellek deverên Hesekê jî hatiye bihîstin.
Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî di 12ê Pûşperê de li baregeha Omer a li rojhilatê Dêrezorê jî bi HSDê re rahêneneke hevbeş a leşkerî pêk anîbûn.
Li gorî jêderên nêzîkî HSDê, armanca van rahênanan amadekirina hêzên HSDê ya ji bo rewşên awarte û şiyana bersivdana bilez a li hember egera hêrîşên lezgîn e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin