Ji Tehran û Bakuyê rahênana leskerî ya hevbes

14 June 2024 12:36 0 dîtin
Ji Tehran û Bakuyê rahênana leskerî ya hevbes

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku rejîma Îranê û Azerbaycanê li ser xeta sînor rahênana leşkerî ya hevbeş pêk anîne.

Li gor agahiyên di nûçeyên medyaya Îranê de hatine dayîn, Alikare Serfermandarê Arteşa Bejayî ya İrane Gişgeneral Kerîm Çeşek diyar kir ku hêzên Îran û Azerbaycanê her roj, li herêma sînorî, bi hevdemî rahênanên leşkerî dikin.

Çeşek, di axaftina xwe ya di Televizyona Dewletê ya rejîma Îranê de hate weşandin de diyar kir ku li Azerbaycana Rojava, di çarçoveya peymana ku di navbera Azerbaycan û Îranê de hatiye kirin de, ji bo tekoşina li diji terorê û ewlehiya Bendava Arasê, rahênana leşkerî hatiye kirin û wiha dom kir:

"Rahênan, bi mebesta li dijî egera hêrişên li ser avahiyên stratejîk û xetên veguhestinê, bi awayekî koordînekirî hatin pêkanîn."

Serfermandarê Îranê balê kêşa ser xurtkirina pêwendiyên dualî û domandina aramiya navçeyê û got: "Ji aliyê din ve ev rahênan wê nîşan bide ku welatên navçeyê, bêyî hewcedariya welatên biyanî dikarin ewlehiya xwe ya neteweyî û navçeyî dabîn bikin."