Wê Rûsya û Îran li Zerya Hindê rahênana hevbes a leskerî bikin
PeyamaKurd – Berpirsekî leşkerî ji Hêzên Deryavaniya Îranê bi navê Habîbullah Seyyarî ji medya Îranê re ragihandiye ku wê Rûsya û Îran duyemîn rahênana leşkerî ya hevbeş birêve dibin.
Rayedarê îranî daye xuyakirin ku mebesta rahênana hevbeş a leşkerî mayîndekirina ewlehiya bakurê Zeryaya Hindê ye û gotiye,
"Rahênana hevbeş a hêzên deryavaniya Rûsya û Îranê peyameke eşkere dide. Welatê me ji dema şoreşê heta niha rûbirûyî gelek gefan bûye û dijminên me planên curbecur amade kirine.”
Li gorî daxuyaniya berpirsê îranî wê rahênana hevbeş di nav vê mehê de were birêvebirin. Beriya niha jî hêzên deryavaniya Rûsya, Îran û Çînê di navbera 2-29ê Kanûna 2020an de li Kendava Hurmuzê rahênaneke leşkerî pêk anîbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin