Rûsya: Dosyaya navokî ya Îranê besek ji hevdîtinên me yên bi DYA re ye

06 March 2025 09:43 0 dîtin
Rûsya: Dosyaya navokî ya Îranê besek ji hevdîtinên me yên bi DYA re ye

PeyamaKurd - Kremlînê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku di danûstandinên siberojê yên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re, wê mijara bernameya atomî ya Îranê jî bihê gotûbêjkirin.

Weke tê zanîn gera yekem a danûstandinên navbera DYA û Rûsyayê meha borî destpê kiribûn û di van danûstandinan de Rûsya pêşniyara navbeynkariya navbera DYA û Îranê kiribû.

Kremlînê her wiha soz dabû ku wê ji bo hêsankirina çareseriya aştiyane ya nakokiyên li ser bernameya navokî ya bi Tehranê re her tiştî bike.

Televîzyona dewletê ya Rûsyayê Zvezda TV bi ser zarê Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin razî ye ku di hevdîtinên Tehran û Washingtonê de li ser çekên nukleerî navbeynkariyê bike.

Reutersê jî bi ser zarê jêderekî agahdar ê Rûs ragihand ku Rûsyayê pêşniyara navbeynkariyê kiriye, lê belê daxwaza navbeynkariyê ji aliyan (DYA û Îran) nehatiye.

Ev geşedan piştî wê yekê pêk hat ku Serokê DYAyê Donald Trump piştî ku di meha Çileyê de dest bi erka xwe ya serokatiyê kir, di siyaseta DYAyê de guherînên gring kir û helwestek lihevhatî li hember Rûsyayê pejirand.

Trump ji hevalbendên DYA yên rojavayî xwest ku hişyar bin ji ber ku ew hewl dide ku navbeynkariyê bike da ku dawî li şerê sê salan ê navbera Rûsya û Ukraynayê bîne.

Tehran bêçarê danûstandinan e

Ji aliyê din ve rejîma Îranê, piştî lawazbûna bandora xwe ya li herêmî û zêdebûna nerazîbûnên hundurîn ên aboriya Îranê, bi hilbijartina danûstandina bi Trump re rû bi rû maye.

Şîrovekar tekez dikin ku Tehran, nemaze piştî rûxana hevalbendên wê yên li Rojhelata Navîn yên wek rejîma Beşar Esed, Hizbullaha Lubnanê û Hemasê ku wek paşketina "eniya berxwedanê" tê şîrovekirin, bêçar bûye ku bi  Donald Trump re danûstandinan bike.

Peskov duh ji rojnamevanan re ragihandibû ku Îran şirîk û hevpeymanê Rûsyayê ye û Moskow wê li ser pêşxistina pêwendiyên ligel Îranê berdewam be.

Peskov got: "Serok Putin di wê baweriyê de ye ku divê pirsgirêka navokî ya bi Îranê re tenê bi rêyên aştiyane bihê çareserkirin. Helbet Rûsya jî wek hevalbendeke Îranê, wê ji bo çareseriya aştiyane ya vê pirsgirêkê her tiştî bike."