Esed: Me bi alîkariya Rûsya û Îranê beseke zêde ji axa Sûriyê kontrol kir
PeyamaKurd - Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvîneke ligel televizyoneke rûsî de ragihand, bi alîkariya hêzên Rûsyayê û milîsên ser bi Îranê ve wan kiriye beşeke zêde ya xaka Sûriyê kontrol bikin.
Beşar Esed dibêje, pêwîstiya Sûriyê ji bo hevsengiyan hêzan bi hebûna binkeyên Rûsyayê li Sûriyê heye, bi armanca rûbirûbûna hêzên Amerîkayê û hêzên rojavayî.
Esed diyar dike ku hêzên opozîsyona Sûriyê beşeke zêde ya xaka Sûriyê dagir kiribûn û wan bi alîkariya hêzên Rûsyayê û milîsên Îranê karî beşeke zêdeji xaka Sûriyê dîsa kontrol bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin