Hîcab: Wê Rûsya fêm bike ku bi alîkariya Esed xeta dike

09 September 2018 12:58 0 dîtin
Hîcab: Wê Rûsya fêm bike ku bi alîkariya Esed xeta dike

PeyamaKurd- Serokwezîrê berê yê Sûriyê Riyad Hîcab ragihand ku dê Rûsya fêm bike ku alîkariya dide Beşer Esed xeta ye.

Koordînatorê giştî yê grûbên muxalifên Sûriyê Riyad Hîcab di hevpeyvîna ku di televizyona El Cezîre de kir û hem di ser hesabê xwe yê Twiterê de weşand weha got:

“ Rûsya zû an dereng wê fêm bike ku Beşer Esed vê alîkariyê heq nekiriye û bi vê desteka ku dide Esed, dê fêm bike ku xeta dike. Di holê de li pey hev binkeftin hene. Rejîm tenê mafên xwe diparêze welew di eleyhiya xelkê wî de be jî. Her diçe halê rejîmê xerab dibe.”

Hîcab behsa baregeha artêşa Sûriyê kir û got ku baregeh bixwe di bin hîmaya Rûsya de ye ji ber ku hêza rejîmê nemaye. Di nava mîlîs û artêşê de astengî hene û rejîm heya niha 40 zabitên pilebilind ku di asta bilind de wezîfe dikirin, ji aliyê rejîmê de hatine kuştin.