Rûsya: Cihê ku Amerîka bihêle bila Esed bikeviyê
PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova li ser vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê got, pêwîste cihê ku Amerîka vala bike hêzên hikûmeta Sûriyê bikevinê.
Zaxarovayê wiha axivî: “Pirsa ku dê kî bikeve şûna hêzên Amerîkayê derdikeve. Dema em hiqûqa navdewletî û pêvajoya gelê Sûriyê tê de derbas dibe berçav dikin, divê yê cihê Amerîkayê dagire Sûriye be.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump 19ê Kanûnê li ser twitterê gotibû, ‘DAIŞ nema ye, sedema mayîna me li Sûriyê jî nema’ û biryara vekişînê ragihandibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin