Rûsya: Amerîka zû an dereng wê Ukrayna jî bi tenê bihêle

20 August 2021 12:59 0 dîtin
Rûsya: Amerîka zû an dereng wê Ukrayna jî bi tenê bihêle

PeyamaKurd Rûsya dibêje, vekişandina Amerîkayê ji Afganistanê, nîşaneya wê yekê ye ku zû an dereng, Amerîka dê dev ji hevpeymana xwe ya Ukraynayê jî berde û wê tenê bihêle.

Ukrayna ji sala 2014an ve hevpeymana Amerîkayê ye li dijî Rûsyayê û li rojhilatê Ukraynayê hikûmeta Kiev li dijî serxwebûnxwazan di şer de ye.

Amerîka piştevaniya hikûmeta Kievê dike û serbazên wan ji aliyê artêşa Amerîkayê ve têne perwerdekirin.

Serokê Encûmena Asayîşa Rûsyayê Nikolay Patrûşîv ji rojnameya Îzvestiya ya Rûsî re eşkere kir, vekişîna Amerîkayê ji Afganistanê lawaziya Amerîkayê ji bo hevpeymanên xwe nîşan dide.

Nikolay Patrûşîv bi tinazî pirsyar dike û destnîşan dike: “Gelo Amerîkayê hevpeymanê xwe yê li Kabûlê parast, tevî ku ew hevpeymana sereke ya li derveyî NATOyê bû.”

Herwiha da zanîn: “Heman çarenûs li benda alîgirên Amerîkayê yên li Ukraynayê ye jî. Zû an dereng, dê wan jî bi tenê bihêlin.”