Usakov: Rûsya û Amerîka li hev kirin ku li Riyadê li ser Îranê danûstandinan bikin
PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Rûsyayê Uşakov ji rojnamevanan re got, nûnerên Rûsya û Amerîka li Riyadê li ser gotûbêjên cuda li ser rewşa derdora Îranê li hev kirin, lê hîn form û dema van şêwiriyan nehatiye diyarkirin.
Cîgirê Serokê Rûsyayê Yuriy Ushakov piştrast kir ku di hevdîtinên Amerîka û Rûsyayê de li Riyadê mijara Îranê hatiye gotûbêjkirin.
Uşakov li ser pirsa nûçeyên di medyaya rojavayî de ku dibêjin pirsa Îranê derketiye rojevê, wiha got: "Me li ser rewşa derdora Îranê gotûbêj kir, erê, me li hev kir ku li ser vê mijarê hevdîtinên cuda bikin, lê heta niha ti îşareteke taybet a lihevkirinê ji aliyê Washingtonê ve derbarê çawan û kengê de ev hevdîtin çênebûye."
Uşakov bi taybetî li ser Ukraynayê got ku ji bo hevdîtinên nû yên di navbera heyetên Rûsya û Amerîkayê de ti rojeke zelal nehatiye diyarkirin û di vê mijarê de heta niha alî li hev nekirine û wiha got: "Di bersiva pirsekê de ku wê hevdîtinên bê yên bi nûnerên Amerîkayê re kengê bên kirin, min diyar kir ku heta niha em negihiştine lihevkirinekê û tarîxeke zelal tune."
Uşakov herwiha di axaftina xwe de diyar kir ku ji bo nûnerê taybet ê Ûkraynayê heta niha DYA namzetek ku wê bi Rûsyayê re di nava têkiliyê de bin hilnebijêre û li ser pirsa gelo ji bo nûnerê taybet ê Ûkraynayê pêşniyar hatiye kirin yan na, wî bersiv da, "Na, hîn nehatiye kirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin