Rûsya û Çînê pêsnûmeqanûna Gazzeyê ya Amerîkayê red kirin

26 October 2023 10:09 0 dîtin
Rûsya û Çînê pêsnûmeqanûna Gazzeyê ya Amerîkayê red kirin

PeyamaKurd – Rûsya û Çînê pêşnûmeya biryarê ya li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya "agirbesta însanî" û derbasbûna bi ewle ya alîkariyên mirovî li Şerîda Gazzeyê veto kir.

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorka Amerîkayê bi rojeva Îsraîl û Filistînê civiya. Rûsya û Çîn pêşnûmeya biryara ku ji aliyê Amerîka ve hatibû amadekirin û tê de banga "agirbesta mirovî" û derbasbûna bi ewle ya alîkariyên mirovî li Şerîda Gazzeyê kiribûn, veto kirin.

Albanya, Fransa, Ekvador, Gabon, Gana, Japonya, Malta, Swîsre, Îngiltere û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dengê erê dan pêşnûmeya biryarê, Rûsya, Çîn û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) jî dengê erê dan. Brezîlya û Mozambîk bêalî man.