HSDê û Hevpeymaniyê rahênaneke hevbes a leskerî pêk anîn
PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî rahênaneke leşkerî pêk anîn û dîmenên wê jî hatin belavkirin.
Nevenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku şervanên wan ligel hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, li ser rêya (Ebû Xeşeb), li gundewarê rojavayê Dêre Zorê rahênaneke serbazî pêk anîne.
Hat diyarkirin Hêzên Hevpeyman û HSDê çekên cûrbicûr bikar anîne û bi hevşêweyî operasyonên hevbeş li dijî şaneyên veşartî yên çekdarên DAIŞê pêk anîne.
HSDê destnîşan kir ku hevbeşiya wan ligel Hevpeymaniya Navdewletî berdewam dike û ew ê di şerê rûbirûbûna DAIŞê de hevkariya xwe bidomînin.
?Uluslararası Koalisyon ve QSD'den ortak tatbikat
— Rojava Gündemi (@GundmRojava) December 8, 2021
?QSD ve Uluslararası Koalisyon güçleri Dêrazor'da ortak tabikat düzenledi. Tatbikatta Bradley tankları da kullanıldı. pic.twitter.com/0oCdUrM6ek

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin