Silêmaniye | Avahiyek ji aliyê balafirên bêmirov ve 2 caran hate bombekirin
PeyamaKurd – Li navçeya Mawat a Silêmaniyê avahiyek ji aliyê balafirên bêmirov ve 2 caran hate bombekirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di encama bombebaranê de ti ziyanên canî çênebûne.
Endamê Tîmên Aştîxwaz ên Civakî (CPT) yên Herêma Kurdistanê Cameran Osman diyar kir ku saet derdora 22.30an de balafirên bêmirov ên artêşa Tirk 2 caran jorahiya gundê Gelalle yê bajarokê Şarbajêr ê girêdayî navçeya Mawat a Silêmaniyê bombe kirin.
Osman diyar kir ku di bomberdûmanê de ti sivîlan jiyana xwe ji dest nedane, lê êrîş dijwar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin