Balafirên Hevpeymaniya Navdewletî sikeftên DAISê bombebaran kirin

18 March 2021 11:29 0 dîtin
Balafirên Hevpeymaniya Navdewletî sikeftên DAISê bombebaran kirin

PeyamaKurd – Îşev, pêgeh û şikeftên DAIŞê li sînorê Mexmûrê, ji aliyê balafirên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, hatin bombebarankirin.

Li gor çavkaniyekê ji Fermandariya Operasyonên Neynewayê ji medyaya Iraqî re diyar kir, îşev pêgeh û şekeftên çekdarên DAIŞê li zincîreya çiyayê Qereçûxê, hatin bombebarankirin.

Herwiha da zanîn, tu zanyarî derbarê ziyanên DAIŞê de ranegihandin.

Ji ber valahiya ewlehiyê ya wê navçeyê heye, çekdarên DAIŞê xwe li sînorê Mexmûrê û çiyayê Qereçûxê vedişêrin û wek pêgehekê ji xwe re bi kar tînin.

Hêjayî gotinê ye, çend roj in, balafirên Hevpeymaniya Navdewletî, bi alîkariya hêzên Pêşmerge, cih û şikeftên ku çekdarên DAIŞê xwe tê de vedişêrin bombebaran dikin