Balafirên Hevpeymaniya Navdewletî tunela DAISê bombebaran kir: 3 kustî
PeyamaKurd – Balafirên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, li parêzgeha Nînowa ya Iraqê êrîşeke asmanî li dijî tuneleke ku terorîstên DAIŞê tê de bûn pêk anî.
Hat diyarkirin ku îro 2yê Gulanê tunela terorîstên DAIŞê ya li başûrê bajarê Hezir ê parêzgeha Nînowayê hatiye bombebaran kirin.
Li gorî ragihandina Şaneya Şer a Artêşa Iraqê, di êrîşa asmanî ya balafirên hevpeymaniyê de, 3 çekdarên di tunelê de hatin kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin