Hevpeymaniya Navdewletî sikeftên DAISê bombebaran kir
PeyamaKurd – Cih û şikeftên DAIŞê, li Mexmûr û Hewîceyê ji aliyê balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî, îro hat bombebarankirin.
Li gor çavkaniyê ji ewlehiya Iraqê re diyar kiriye, balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî, îro cih û şikeftên DAIŞê li Mexmûr li parêzgeha Neynewa û Hewîceyê li parêzgeha Kerkûkê bombebaran kirin.
Hat destnîşankirin, di êrîşeke din jî, balafirên Hevpeymanan çend cihên din jî li navçeya Şexîr li başûrê Kerkûkê bombebaran kirin.
Di çend rojên borî de, balafirên Hevpeymaniya Navdewletî, bi hevahengiya ligel hêzên Pêşmerge, hejmarek ji pêgeh û şekeftên DAIŞê li çiyayê Qereçûxê bombebaran kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin