Stargeheke DAISê di êrîseke asmanî de hat ruxandin

15 March 2023 22:01 0 dîtin
Stargeheke DAISê di êrîseke asmanî de hat ruxandin

PeyamaKurd - Wezareta Bergiriya Iraqê ragihand ku di êrîşeke asmanî ya balafirên şer ên Iraqê de, stargeheke DAIŞê li nav sînorên parêgeha Selahedîn hat ruxandin.

Di daxuyaniya Wezareta Bergiriyê ya Iraqê de ku li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kiriye hat gotin, bi rêya balafirên F16 êrîşeke asmanî li ser binke û pêgehên çekdarên DAIŞê li sînorê parêzgeha Selahedîn hatiye kirin.

Hat diyarkirin ku êrîş li rojhilatê navçeya Amirlî ya parêzgeha Selahedînê pêk hatiye û di encamê de stargeha çekdarên DAIŞê bi temamî hatiye ruxandin.