Hejmarek ji pêgehên çekdarên DAISê hatin bombebarankirin
PeyamaKurd – Hejmarek ji pêgehên çekdarên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê, ji aliyê hêzên asmanî yên Iraqî ve hatin bombebarankirin û 3 endamên wê rêxistinê jî hatin desteserkirin.
Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê diyar kir, balafirên F-16 û SU-25 şeva borî hejmarek şikeft û cihên veşartinê yên çekdarên DAIŞê li navçeya Wadî Şay li parêzgeha Kerkûkê bombebaran kirin, bêyî tu zanyarî derbarê ziyanên DAIŞê de belav bike.
Herwiha eşkere kir, li nêzîkî gundê Xazir ê ser bi parêzgeha Kerkûkê ve, 3 çekdarên DAIŞê ji aliyê Hewalgîriya Leşkerî hatin desteserkirin.
Li gor zanyariyên hewalgiriyê, çekdarên DAIŞê li hin navçeyên Iraqê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê çalaktir bûne, ji bo vê yekê jî, Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Iraqê li hev kirine, du lîwayên hevbeş ji bo dagirtina vala ewlehiyê pêk bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin