Dijeterora Herêma Kurdistanê: Hejmareke zêde ji çekdarên DAISê hatine kustin

01 May 2021 09:59 0 dîtin
Dijeterora Herêma Kurdistanê: Hejmareke zêde ji çekdarên DAISê hatine kustin

PeyamaKurd – Dijeterora Herêma Kurdistanê, daxuyaniyek li ser şerê Pêşmerge û DAIŞê yê li sînorê Pirdê belav kir û diyar kir, Pêşmergeyan êrîşa teroristên DAIŞê têkşikandin û niha rewş di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ye û dibêje, hejmareke zêde ji çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniyê de da zanîn, êrîş li ser sengerên lîwaya 10 ya Pêşmerge bûye, li bilindahiyên nêzîkî gundê Pirkan li sînorê Mîhwerê 5 ya hêzên Pêşmerge.

Serê sibeha Îro, li sînorê Pirdê û li nêzîkî gundê Qaye-başî, çekdarên DAIŞê êrîşî xaleke Pêşmerge kirin û şer derket. Di encamê de 3 Pêşmerge şehîd ketin û 2 Pêşmerge jî birîndar bûn.