Iraq: Hejmarek berpirs û 5 çekdarên DAISê hatin girtin
PeyamaKurd - Berdevkê fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê ragihand ku hejmarek rêveberên rêxistina terorîst a DAIŞê hatine girtin.
Berdevkê fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê Lîwa Yehya Resûl, bi daxuyaniyeke nivîskî girtina 5 çekdarên DAIŞê li 3 navçeyên cuda yên Iraqê ragihand.
Lîwa Yehya Resûl got: “Hêzên dijeterorê ên Iraqê du çekdarên DAIŞê yên pisporê çêkirina bombeyan li navçeya Tarmiye ya Bexdayê û 3 çekdarên din jî li Felluce û Rumadî girtine.”
Herwiha hat diyarkirin, hêzên dijeterora Iraqê hejmarek rêveberên DAIŞê jî girtine û wê di demeke guncaw de dema girtina wan jî bê belav kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin