Medya Iraqê: Hejmareke berçav ji berpirsên DAISê derbasî Iraqê bûn

28 January 2022 16:58 0 dîtin
Medya Iraqê: Hejmareke berçav ji berpirsên DAISê derbasî Iraqê bûn

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina medya, di dema şerê Girtîgeha Sinaa ya taxa Xiwêran a li Hesekê de, hejmarek berçav a serkirdeyên DAIŞê ber bi sînorên Iraqê reviyan.

Çalakvanê siyasî yê Iraqê Fîras Ewlawî ji medya Iraqê re gotiye, zindaniyên nav Girtîgeha Xiwêran di dema şikandina girtîgehê de ber bi sînorên Iraqê reviyan û li gundên wê derê xwe veşartin.

Di girtîgeha Sinaa ya Xiwêran de zêdetirî 5 hezar çekdarên DAIŞê hebûn û li gorî îdiaya medya Iraqê hejmareke berbiçav ji wan derbasî Iraqê bûne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) doh 27ê Çile ragihandibû ku şer û pevçûn li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê bi dawî bûye û zindana Sinaa bi temamî hatiye kontrolkirin û girtiyên DAIŞê jî xwe radest kirine.

HSDê herwiha tekez kir ku çekdarên DAIŞê plan dikirin Heseke, Reqa û Dêrezorê kontrol bikin û plana êrîşa ser zindana Xiwêran li derve hatiye amadekirin û 200 çekdarên DAIŞê beşdar bûne.