Medyaya Iraqê: Hejmarek berçav a serkirdeyên DAISê ber bi sînorên Iraqê ve reviyan

28 January 2022 14:34 0 dîtin
Medyaya Iraqê:  Hejmarek berçav a serkirdeyên DAISê ber bi sînorên Iraqê ve reviyan

PeyamaKurd Medyaya Iraqê diyar kir, di dema rûdana bûyerên Girtîgeha Xiwêranê ya li Hesekê de, hejmarek berçav a serkirdeyên DAIŞê ber bi sînorên Iraqê ve reviyan.

Li gor çalakvanê siyasî yê Iraqê Fîras Ewlawî eşkere kir, zindaniyên nav Girtîgeha Xiwêran di dema şikandina girtîgehê de ber bi sînorên Iraqê reviyan û li gundên li wê derê xwe veşartin.

Şeva Pêncşema borî, çekdarên DAIŞê êrîşeke bi plan li ser Girtgeha Xiwêran a li Hesekê encam dan û gelek çekdarên desteserkirî yên DAIŞê ji girtîgehê reviyan û çend roj şer û pevçûn di navbera hêzên Kurdî û DAIŞê de derket holê, ji her du aliyan bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn, tevî awarebûna bi deh hezaran kesên nişteciyên derdora girtîgehê.