Kerkûk | Artêsa Iraqê hejmarek gundên Kurdan dorpêç kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hêzên artêşa Iraqê, li nehiyeya Sergeran a Kerkûkê hejmarek gundên Kurdan xistiye bin dorpêçê û di bin çavdêriyeke giran a leşkerî de ne..
Li gorî zanyariyan, leşker li gundên Pelkane, Gabeleke, Şenaxe, Xerabe û Serbeşaxê rê nadin ku cotkar herin nav zeviyên xwe û dibêjin, leşker kesên ku diçin nav zeviyên xwe desteser dikin.
Çavkaniyên herêmê diyar dikin ku leşkeran ji wan re gotiye ku ferman bo wan hatiye dayîn li wan herêman bicih bibin.
Herwiha gundiyên Pelkane dane xuyakirin ku leşker tên, sîstema avdaniyê xera dikin û dişikînin, zirarê didin wan ku nikaribin karê xwe bikin.
Beriya niha jî erebên hawirde xwestibûn bikevin wan gundan û dest deynin ser zeviyên Kurdan. Tê gotin ev zextên li ser cotkarên Kurd piştî lihevkirina rêveberiya Kerkûkê û Erebên hawirde zêde bûne.
Ji aliyê xelkê wan gundên Kurd ve ji bo çareserkirina kêşeyan lijneyek hatiye amadekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin