Iraqê hewandina serkirdeyên Hemasê red kir
PeyamaKurd - Hikûmeta Iraqê ragihand ku rêxistina Hemasê ji bo serkirdeyên wê li Iraqê bi cih bibin ti daxwaz û serlêdanê li wan nekiriye.
Weke tê zanîn serkirdeyên Hemasê ji Qeterê dimînin û hatibû angaştin ku ji ber di navbera Qeter û Hemasê de, di hin mijaran de nakokî derketine, Hemasê ji Iraqê daxwaz kiriye ku serkirdeyên wê li Iraqê bi cih bibin.
Şêwirmendê Siyasî yê Serokwezîrê Iraqê Fadî Şemerî ragihand ku ti daxwazeke Hemasê nehatiye ber destê wan û got: “Ti daxwazeke Hemasê ku serkirdeyên wê li Bexdayê bi cih bibin û li Bexdayê nûsîngeha Hemasê bê vekirin çênebûye.”
Ji aliyê din ve Rojnameya Şerqulewsatê jî ji zarê jêderekî din ê nêzî Hikûmeta Iraqê ragihand ku veguhastina her du serkirdeyên Bizava Hemasê Xalid Meşal û Îsmaîl Heniye ya ji bo Bexdayê dûrî rastiyê ye.
Rojnameya The Nationalê, demek berê, di nûçeyeke xwe ya ji zarê endamekî Civata Nûneran a Iraqê parve kiribû ku di meha borî de serkirdeyên Iraqê razî bûne ku serkirdeyên Bizava Hemasê bêne li Bexdayê bi cih bibin.
The Nationalê angaştibû ku meha borî, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Îsmaîl Heniye bi ser têlefonê axaftine û Heniye vê daxwazê li Sûdanî kiriye.
Rojnameya her wiha angaştibû ku rêxistina Hemasê di vê mehê de nûsîngeha xwe li Bexdayê vekiriye û Mihemed Hafîyê serkirdeyê Hemasê bûye serokê nûsîngehê û dom kiribû: "Herwiha biryar e ku Hemas, di demeke nêz de nûsîngeheke ragehandinê jî li Bexdayê veke."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin