Îsraîl: 3 serkirdeyên din ên Hemasê hatin kustin

03 October 2024 15:54 0 dîtin
Îsraîl: 3 serkirdeyên din ên Hemasê hatin kustin

PeyamaKurd –  Artêşa Îsraîlê ragihand ku serkirdeyê Hemasê yê bi navê Rawhî Muştaha hatiye kuştin. Tê gotin ku wan beriya 3 mehan di êrîşeke hewayî ya bi ser Xezzeyê de ew kuştine.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku serkirdeyekî din ê payebilind ê Hamasê li Xezzeyê hatiye kuştin. Rawhî Muştahayê ku şêwirmendekî nêzîk yê rêberê Yehya Sînwar e, berî sê mehan di êrîşekê de hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlî di daxuyaniyekê de ragihand ku Muştaha yek ji berpirsên payebilind ê Hemasê ye û bandoreke wî ya rasterast li ser pêkanîna biryarên êrîşên çekdarî yê Hemasê hebûye û ew her weha berpirsê karûbarên aborî yên ofîsa polîtîk a Hemasê bû.

Artêşê Îsraîlê destnîşan kir ku di heman êrîşa hewayî de, serkirdeyên Hamasê Samî el-Sîrac û Samî Udeh jî hatine kuştin. Li gorî agahiyên ji artêşa Îsraîlê, Samî El-Sîrac di ofîsa polîtîk a Hemasê de berpirsyarê mijarên ewlehiyê bû û Samî Udeh jî serokatiya yekîneya ewlekariyê ya navxweyî dikir di nav Hemasê de.

Hemasê mirina serkirdeyên xwe piştrast nekir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li bakurê peravên Xezeyê, êrîşî kesên li navenda fermandariya binerdê ya Hemasê kirine. Lê belê Hemasê heta niha jî mirina her sê serkirdeyên xwe piştrast nekiriye.