Îsraîl: Li Cenînê fermandarek û du endamên Hemasê hatin kustin

30 August 2024 17:08 0 dîtin
Îsraîl: Li Cenînê fermandarek û du endamên Hemasê hatin kustin

PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê, îro 30yê Tebaxê roja Înê ragihand ku hêzên wan li bakurê Samiriye ya Cenînê operasyonek pêk aniye û di encamê de, Serkirdeyê Tevgera Hemasê Wîsam Hazim û du hevalên wî hatine kuştin.

Hate diyarkirin, di operasyona artêşa Îsraîlê û zêrevanên ser sînorî li bakurê Samiriyeyê de, otomobîlek li nêzî bajarê Cenînê li bakurê kertê rojava di dema rûbirûbûna wê li gel artêşê de, Serkirdeyê Bizava Hemasê Wîsam Hazim û du hevalên wî hatine kuştie.

Li gorî daxuniyê, destê Wîsam Hazim di operasyonên teqekirin, terorkirin û teqandina teqemeniyan de hebû, ji bilî kiryarên din ên terorîstî li Yehoda û devera Samiriyeyê.

Artêşa Îsraîlê herwiha eşkere kir: “Balafira Hêza Asmanî ragihandiye ku du kesên din jî hatine kuştin ku li ber destê Wîsam kar kirine û hewla revê bi wê erebeyê dane. Ew jî çalakvanên Hemasê Meysere Meşerqa û Erefat Amir bûn.”

Îsraîlê daye zanîn ku di nav wê otomobîlê de çeka M16 û demançeyek, teqemenî û bombên gazê hebûn.

Hêjayî gotinê ye, ji roja Çarşemê ve artêşa Îsraîlê êrîşeke berfireh li ser Cenîn, Tubas û Tilkeremê daye destpêkirin ku wekî mezintirîn êrîşa bi wî awayî li şerîda rojava ji sala 2002yan ve tê zanîn.