Serkirdeyên Iraqê, ji Tevgera Sedr daxwazek kir

29 August 2022 16:28 0 dîtin
Serkirdeyên Iraqê, ji Tevgera Sedr daxwazek kir

PeyamaKurd- Îro, her çar serkirdeyên rêveberiya Iraqê, li Koşka Selam a li Bexdayê, ji bo nirxandina çareseriya qeyrana siyasî civiyan. Piştî civînê bang li Tevgera Sedr hat kirin ku ew beşdarî civîna aliyên Iraqî bibin.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî Fayiq Zîdan îro li Bexdayê civiyan.

Piştî civînê, daxuyaniyek ji bo raya giştî hat dayîn û bi rêya daxuyaniyê hat gotin ku parastina ewlehî û aramiyê, rêya demokratîk û destûrî ya li Iraqê, erka hemû pêkhateyên Iraqê ye û erka saziyên dewletî û hêzên siyasî yên niştimanî ye.

Bi berdewamî hat gotin ku ji bo bidawîkirina hemû nakokiyên heyî, diyaloga avaker jî rêya herî rast e.

Di daxuyaniya serkirdeyan de hat diyarkirin ku di vê hefteyê de qonaxeke nû ya guftûgoyên niştimanî dest pê dike û di vê çarçoveyê de ji rêveberên Tevgera Sedrê jî daxwaz hat kirin ku ew jî beşdarî guftûgoyan bibin.