DYAyê di derbarê serkirdeyên Hemasê de doz vekir
PeyamaKurd - Wezareta Dadê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku bi sedema hêrişên 7ê Cotmehê, li dijî Serokê Hemasê Yehya Sinwar û rêberên din ên Hamasê doz hatiye vekirin.
Dozgerê Giştî yê DYAyî Merrick Garland duh, di daxuyaniya xwe ya di derbarê mijarê de ragihandibû ku 6 endamên Hamasê bi tawanên "kuştina welatiyên DYAyî, komploya fînansekirina terorê û bikaranîna çekên komkujî" tên darizandin.
Ji lîderên Hamasê yên ku di angaştnameyê de navên wan hene Îsmaîl Heniyeyê lîderê berê yê siyasî yê rêxistinê ku di Tîrmehê da li Îranê hate kuştin, Mervan Îsayê ku navê duyemîn ê baskê çekdar ê rêxistinê ye, Xalid Meşal, Mihemed Deyf û Alî Baraka ku serkêşiya rêxistinê dikirin hene.
Di angaştnameyê de tê gotin ku "hemû bersûc yan mirine yan jî firar in." Di nav kesên navborî de Haniye, Îsa û Deîf hatin kuştin û tê gotin ku Sinvar hê jî li Xezzeyê veşartî ye.
Ger lîderên Hamasê sûcdar bên dîtin, dibe ku cezayê giran ê hepsa heta hetayê an jî sêdarê bidin wan.
Di angaştnameyê de ji bilî hêrişên ku Hamasê bi deh salan pêk anîne, hêrişên 7ê Cotmehê yên li ser başûrê Îsraîlê jî cih girtiye.
Serdozgerê Giştî Garland got, "Bûyerên ku îro hatine tomarkirin, tenê beşek ji hewldana me ya armanckirina aliyek operasyonên Hamasê ne. Em ê dest ji şopandina terorîstên ku Amerîkîyan dikujin û yên ku bi awayekî neqanûnî piştgirîya darayî didin wan bernedin."
Artêşa Îsraîlê ragihand ku roja Şemiya borî li herêma Refahê di tuneleka binerdê de meytên 6 dîlan hatin dîtin. Di nav wan de dîlên Îsraîlî yê bi eslê xwe Amerîkî yê 23 salî Hersh Goldberg-Polin jî hebû.
Herwiha di êrîşa 7ê Cotmehê de 42 Amerîkî hatibûn kuştin û 10 kes jî dîl hatibûn girtin.
Serokê DYAyê Joe Biden ji aliyê Hemasê ve kuştina Goldberg-Polin şermezar kiribû û gotibû: "Rêberên Hamasê dê berdêla van sûcan bidin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin