DYAyê pistgiriya vekirî da operasyona Îsraîlê ya Lubnanê
PeyamaKurd – Rêveberiya DYAyê ji bo operasyona bejayî ya ku hevalbendê wê Îsraîl got wê 'sînordar' be, piştgiriya vekirî ragihand.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin di pêwendiya telefonî ya danê sibê ya bi hempîşeyê xwe yê Îsraîlî Yoav Gallant re ragihandibû ku wan li ser "pêwîstiya ji holê rakirina binesaziya êrîşa Hizbullahê ya li ser sînor" li hev kirine.
Her du wezîr hevdem ligel operasyona bejayî ya ku şeva borî destpê kiribû, piştî ku Îsraîlê binesaziya ragihandinê ya Hizbullahê kir armanc û serokên wê yên payebilind ku di nav de Sekreterê Giştî Hesen Nasrallah jî di nav de bû, kuşt.
Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê de hat ragihandin, her du aliyan li ser pêwîstiya jiholêrakirina binesaziya êrîşê ya li ser sînor li hev kirine, ji bo ku Hizbullahê êrîşên mîna 7ê Cotmehê li dijî navçeyên sînorî yên bakurê Îsraîlê pêk neyne.
Li gorî daxuyaniyê, Austin herwiha tekez kiriye ku "Amerîka piştgiriya mafê Îsraîlê dike ku xwe li hember Îran, Hizbullah, Hemas, Hûsiyan û rêxistinên din ên terorîst ên ku Îran piştgiriya wan dike, biparêze."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin