Îsraîlê komeke milîs a Iraqê bombebaran kir: Hejmarek çekdar hatin kustin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê di êrîşeke asmanî de, li sînorê Sûriye û Iraqê binkeyeke komeke çekdar a milîsên Seyid El Şuheda ya girêdayî Eniya Berxwedanê ya Iraqê hedef girt.
Li gorî zanyariyan, di êrîşa berdestê sibehê hatiye kirin de, hejmarek çekdar hatine kuştin.
Medya Iraqê ragihandiye, îro 29ê Îlonê danê sibehê balefireke Îsraîlê, pêgeheke komên çekdar ên Seyid El Şuheda li navçeya Elbukemal a hevsînorê navbera Iraq û Sûriyê bombebaran kir û di encamê de hejmarek çekdar hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin