Hejmarek ji sikeft û tûnelên çekdarên DAISê ji aliyê artêsa Iraqê hat teqandin

20 May 2021 11:02 0 dîtin
Hejmarek ji sikeft û tûnelên çekdarên DAISê ji aliyê artêsa Iraqê hat teqandin

PeyamaKurd – Li başûrê Kerkûkê hejmarek ji şikeft û tûnelên çekdarên DAIŞê, ji aliyê artêşa Iraqê hat teqandin.

Li gor Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê diyar kir, di çarçoveya operasyonên hêzên hevbeş li başûrê Kerkûkê de, 9 şikeft, 3 tûnelên û 5 bombe çekdarên DAIŞê hatin teqandin û 127 moşek û 2 motosîklet hatin desteserkirin.

Ev di demekê de ye, do hêzên artêşa Iraqê bi hevbeşî ligel Polîsê Federalî û Heşda Şeibî, dest bi operasyonên leşkerî li navçeyên Wadî Şay, Wadî Zegîton û gundê Sade û gundê Esrê yên li başûrê Kerkûkê kiribûn.

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ê Iraqê Tehsîn Xefacî di derbarê wê de da zanîn, tevî dijwariya erdnîgariya wê herêmê, operasyonên wan berdewam in, ji ber ku çekdarên DAIŞê hewl didin xwe birêxistin bikin.