HSD: Cihê herî xeter ê girtîgehê hat kontrolkirin, nêzî hezar DAISî teslîm bûn
PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê şerê girtîgeha Sinaa ya Hesekê de ku ji şeva 20ê Çile ve 6 roj in dewam dike, daxuyaniyeke nû belav kir.
Navenda Ragihandina HSDê ragihand ku îro Çarşemê cihê herî xeter ê girtîgehê ku şer û pevçûn dewam dikir ji aliyê hêzên wan ve hatiye kontrolkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Hêzên me bi oparasyonên ewlehî û leşkerî ên di çend rojên borî de bi ser ketin û rewşên ewlekariyê yên xeternak li beşa herî mezin a girtîgeha Sînaa li Hesekê û derdora wê ku rastî êrîşa terorîstên DAIŞê hatibû, kontrol kirin. Hêzên me gelek çeteyên ku êrîşî girtîgehê kirine, girtin. Herwiha çekdarên ku beşdarî îsyana hemwextî êrîşan bibûn, neçarî xweradestkirinê kirin.”
Hat diyarkirin, hejmara endamên terorîst ên ku hêzên HSDê ew mecbûrî xweradestkirinê kirine bilind bûye û gihîştiye nêzî hezar terorîstên DAIŞê û hîn operasyona ewlekariyê ya ji bo kontrolkirina tevahiya girtîgehê didome.
HSDê daye xuyakirin ku hêzên wan li herêmên Dêrazorê, Reqa û Hesekê jî bi baldarî hemleyên berfireh ên paqijiyê didomînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin