UNRWA: Xezze yek ji cihê herî xeter ê cîhanê ye

06 December 2023 20:40 0 dîtin
UNRWA: Xezze yek ji cihê herî xeter ê cîhanê ye

PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji ber şerê Hemas û Îsraîlê, Xeta Xezzeyê niha yek ji cihê herî xeter ê cîhanê ye.

Ajansa Rojhilata Nêzîk a Alîkariya Penaberên Filîstînî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyû (UNRWA) derbarê şerê Îsraîl û Hemasê yên li Şerîda Xezzeyê de daxuyanî da.

UNRWAyê bal kişand ser ku pêla terikandina cih û warên xwe li Xezzeyê berdewam dike û rewş her diçe xetertir dibe.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, "Herêmeke bi ewle nîne. Tevahiya Xezzeyê bûye yek ji cihê herî xeter ê seranserê cîhanê. Ti cihekî xwespartinê jî nema ye.”