Amerîka: DAIS hewil dide bi hezaran çekdarên xwe ji girtîgehên HSDê birevîne
PeyamaKurd – Li Amerîkayê di civîneke taybet a komîteya ewlekariya neteweyî de, xeteriya berdewam a DAIŞê hat gotûbêjkirin.
Rêveberê Navenda Niştimanî ya Amerîkayê li dijî Terorê Christopher Miller, di civînê de got, çekdarên DAIŞê tevî ku derb xwarine jî li cîhanê hê jî “stratejiyeke êrîşkar a cîhanî” dimeşînin.
Mîller diyar kiriye, DAIŞ bandorê li ser 20 komên çekdar ku piraniya wan li parzemîna Afrîkayê ne dike.
Mîller dide xuyakirin, tevî kuştina xelîfeyê DAIŞê Ebû Bekir El-Baxdadî, êrîşên çekdaran nehatine rawestandin û bi taybet jî li gelek welatên Afrîkayê êrîşan dikin.
Rêveberê Navenda Niştimanî ya Amerîkayê li dijî Terorê destnîşan kir, armanca herî girîng a çekdaran ew e ku bi hezaran çekdar û malbatên wan ên li bakurê Sûrî girtî ne, birevînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin