Lavrov: Amerîka hewil dide nîvdewleteke Kurd li Sûriyê ava bike

05 October 2020 20:21 0 dîtin
Lavrov: Amerîka hewil dide nîvdewleteke Kurd li Sûriyê ava bike

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîneke rojnamevanî de li ser pirsa Kurd li Sûriyê bal kişand ser hewldanên Amerîkayê û got, wê rê li ber teqîneke cidî veke.

Lavrov li ser mijarê wiha axivî: “Rayedarên Amerîkayê hewl didin xweseriyeke Kurd a nîvdewlet damezirînin. Em dizanin ku ew hewl didin Tirkan jî razî bikin ku îtiraz nekin. Di vê rewşê de mijar tenê ne bi Sûriyê ve girêdayî ye, girêdayî pirsa Kurd e, pirsa Kurd dibe ku wisa cidî biteqe ku em li van rojan bigerin.”