Amerîka, ji bo Xezayê hewila korîdora mirovî dide
PeyamaKurd- Hat diyarkirin ku Amerîka bi welatên din re korîdora mirovî çêdike ku ji bo tehliyekirina Filistînî û welatiyên Amerîkayê yên ji Şerîda Xezayê were bikaranîn.
Li gorî nûçeya televîzyona fermî ya Îsraîlê KAN, di 24 saetên dawî de rêveberiya Washingtonê dest bi amadekariyên avakirina korîdora mirovî ya di ser Misirê re bi hemahengiya bi welatên din re ji bo derxistina Filistîniyan û welatiyên Amerîkayê ji Zîvala Xezayê da destpêkirin.
Ev amadekarî di demekê de hatin ku pêşbîniyên ku Îsraîl dê operasyoneke bejahî li zîvala Xezayê bike, zêde dibûn. Di nûçeyê de agahiyên berfireh ên derbarê Filistîniyên ku wê destûr bidin kê ji Zîvala Xezayê derxin û piştî Misirê li ku bi cih bibin cih negirt.
Rayedarekî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya ji bo KANê de wiha got: Ew nikare li ser navê Misiriyan biaxive lê bawer e ku ew ê destûrê bidin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin