Amerîkayê 80 pakêtên alîkariyên mirovî ji hewa ve avêt bakurê Xezzeyê
PeyamaKurd – Di daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM) de li ser platforma medyaya civakî ya Xê hat diyarkirin ku ji bo hewcedariyên bingehîn ên sivîlên li Xezzeyê bên bicihanîn, duh saet di 13.30 de li gorî saeta herêmî bi balafirên leşkerî yên kargo yên tîpa C-17 ber bi bakurê herêmê ve operasyona avêtina alîkariya însanî ya hewayî hat lidarxistin.
Di operasyonê da 80 pakêtên alîkariyê yên însanî yên ku bi qasî 50 hezar û 600 xwarinan ve ber bi Xezzeyê va hatin şandin.
Hat destnîşankirin ku tevî ku paraşûtên 5 pakêtan venebûn jî tu pirsgirêk derneket. Di daxuyaniyê de peyam hat dayîn ku DYA wê alîkariya însanî ya ji hewayê bidomîne.
CENTCOMê di 17ê Adarê de ragihandibû ku wan 28 hezar û 800 xwarin û 34 hezar û 500 nîv lître alîkariyên ava şûşeyan avêtine bakurê Şerîda Xezzeyê. <
>March 21 USCENTCOM Conducts Humanitarian Airdrops into Gaza
— U.S. Central Command (@CENTCOM) March 21, 2024
U.S. Central Command conducted an air drop of humanitarian assistance into Northern Gaza on March 21, 2024, at 1:30 p.m. (Gaza time) to provide essential relief to civilians affected by the ongoing conflict.
The joint… pic.twitter.com/3tZtpoyM1v

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin