Biden: Em ê dest bi alîkariyên mirovî yên hewayî ji bo Xezzeyê bikin

02 March 2024 13:03 0 dîtin
Biden: Em ê dest bi alîkariyên mirovî yên hewayî ji bo Xezzeyê bikin
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku ew ê di rojên pêş de dest bi avêtina alîkariyên mirovî ji hewayê bo Xezzeyê bikin û ji bo gihandina alîkariyên mirovî yên zêdetir bi Îsraîlê re di nava têkiliyên nêzîk de ne.

Biden dema li Qesra Spî Serokwezîrê Îtalyayê Georgia Meloni qebûl kir bi endamên çapemeniyê re rojev nirxand.

Biden derbarê sivîlên Xezzeyê yên ku dema li benda alîkariyê bûn ji aliyê Îsraîlê ve hatin gulebarankirin wiha got: "Bûyera ku li bakurê Xezzeyê dema ku Filistîniyan hewl dida alîkariyên însanî bigihînin, trajîk û tirsnak e. Jiyana li wir gelek xemgîn e. ."

Biden diyar kir ku kesên bêguneh di dema hewldana peydakirina xwarinê de "rastî şer hatin" û wiha got, "We rewşa ku ew di dema hewldana alîkariyê de rû bi rû dimînin dît. Divê em zêdetir bikin û wek DYA em ê bikin."

Wî herwiha got, "Di rojên pêş de em ê tevlî Urdunê bibin û dest bi avêtina alîkariyên mirovî (ji bo Xezzeyê) ji hewayê bikin."