Biden: Divê demildest alîkariya mirovî bê zêdekirin

30 October 2023 15:00 0 dîtin
Biden: Divê demildest alîkariya mirovî bê zêdekirin

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Joe Biden, di pêwendiya xwe ya telefonî ya ligel Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu de tekezî li ser wê yekê kir ku divê alîkariyên mirovî yên ji bo Zîvala Xezayê tavilê û bi awayekî berçav bên zêdekirin.

Hat diyaririn ku Joe Biden û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi telefonê axivîn. Di daxuyaniya nivîskî ya Koşka Spî de wiha hat gotin: 

“Rêberan geşedanên li Xezayê nirxandin. Serokomar dûpat kir ku Îsraîl xwedî hemû maf û berpirsiyariyê ye ku welatiyên xwe li dijî terorê biparêze û bal kişand ser vê yekê ku divê li gorî qanûnên mirovî yên navneteweyî ku parastina sivîlan esas digire vê yekê bike."

Hat diyarkirin ku Biden û Netanyahu li ser dîlên Amerîkî yên li Şerîda Xezayê jî axivîne û rêberan li ser xebatên lêgerîn û berdana dîlan jî axivîn. Serok tekezî li ser wê yekê kir ku ji bo dabînkirina hewcedariyên sivîlên li Xezayê pêwîstiya lezgîn û bi awayekî berçav zêdekirina herikîna alîkariyên mirovî. Serok û Serokwezîr li hev kirin ku şêwirên birêkûpêk, hem rasterast û hem jî bi rêya tîmên ewlekariya niştimanî yên pêwendîdar li dar bixin."