RAPOR | Rejîma Sûrî alîkariyên mirovî yên Qamislo û Hesekê destser dike
PeyamaKurd - Li gorî rapora Rêxistina Sûriyan ji bo Rastî û Dadweriyê, alîkariyên ku Netewên Yekbûyî, ji bo bajarên Heseke û Qamişlo yên Rojavayê Kurdistanê dişîne, nagihin ber destê xelk^d û koçberên herêmê, ji ber ku rêjîma Sûriyê wan alîkariyan desteser dike û li hêz û alîgirên xwe belav dike.
Rêxistinê di rapora xwe de diyar kiriye, “Netewên Yekbûyî bi rêya rêxistinên mirovî yên bi rêjîma Sûriyê ve girêdayî ne, wan alîkariyan vediguhêze, ji ber wê jî ev alîkarî ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve têne desteserkirin.”
Di dewamê de tê gotin, alîkariyên NY bi rêya Balafirgeha Qamişlo digihin herêmê û ew balafirgeh jî di destê hêzên rêjîma Sûriyê de ye. Ji berê jî divê deriyê sînorî yê Til Koçerê bê vekirin û alîkariyên navdewetî di wî derî re derbasî herêmê bibin.
Herwiha rêjîma Sûriyê alîkariyên NY yên madeyên xwarinê û derziyên dijî vîrûsa Korona, wek karteke fişara siyasî li dijî rêveberiya xweser bi kar tîne.
Di raporê de hatiye gotin, ji bo 2021ê 85 hezar selikên xwarinê û ji bo sala 2022an jî 85 hezar selikên xwarinê gihîştin destê rêxistina Heyva Sor a Sûriyê, lê belê di sala 2021ê de tenê 44 hezar selik û di sala 2022an de jî 29 hezar selik li malbatên hejar û koçberan hatine belavkirin.
Fermandariya Milîsên Berevaniya Niştimanî yên bi ser rejîma Sûriyê ve, li parêzgeha Hesekê zêdetirî % 40 ji tevahiya alîkariyan ji bo xwe dibe û li bazara reş difroşe û dahata firotinê jî wek mûçe dide xwebexşên ku wê bi wê re dixebitin.
Li gorî raporê, bi giştî hejmara selikên ku mehane li saziyên ewlehiyê yên bajarê Hesekê tên belavkirin nêzî 500 selikan e.
Hatiye diyarkirin, rêjeya dabeşkirina alîkariyan li ser malbatan ji tevaya alîkariyên ku digihîjin parêzgehê ji %25 e, ew jî her sê mehan carekê ye, bi rêjeya %75 li gundan û %25 li bajarê Hesekê têne belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin