NY: Pêwîstiya nêzîkî ses mîlyon kesan li Sûrîyê bi alîkariyên mirovî hene
PeyamaKurd – Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Stephane Dujarric diyar kir, pêwîstiya nêzîkî şeş mîlyon kesan li Sûrîyê bi alîkariyên mirovî hene ji bo rûbirûbûna şert û mercên dijwar ên zivistanê.
Li gor Dujarric do duşemê di konferanseke rojnamevanî de li New Yorkê eşkere kir, alîkariyên pêwîst ji Sûriyê re li gorî par, ji sedî 33 zêde bûye.
Herwiha Dujarric destnîşan kir: “Di nav wan kesên ku ji bo alîkarîyê pêşî li wan tê girtin, kesên bêcih hene ku di konan an stargehên demkî de dijîn, di nav de 800 hezar kesên ku di konan de li bakurê rojavayê Sûrîyayê dimînin, hene.”
Di berdewamiyê de Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî got, nêzîkî 200 milyon Dolar pêwîst e ji bo tijîkirina valahiya darayî, ta ku pêwîstiyên zivistanê di navbera Cotmeha 2022 û Adara 2023 de werin dabînkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin