Sewba çûkan li Japonyayê: Nêzîkî 10 mîlyon mirîsk hatin kustin

10 January 2023 13:02 0 dîtin
Sewba çûkan li Japonyayê: Nêzîkî 10 mîlyon mirîsk hatin kustin

PeyamaKurd Li Japonyayê hejmara mirîşkên ku ji ber şewba çûkan hatin qetilkirin gihîşt 10 milyonî.

Piştî Cotmeha 2022-an, gava yekem bûyera demsalê hate dîtin, nexweşiya şewba çûkan li seranserê Japonya belav dibe.

Wezareta Çandinî, Daristanî û Masîgiriyê (MAFF) ragihand, hejmara mirîşkên ku di vê demsalê de hatine qetilkirin nêzî 10 milyonî ye.

Hat destnîşankirin, ev reqem hejmara herî zêde a heywanên ku di demsalê da ji ber şewba çûkan tên qetil kirin e.

Wekî din, hat ragihandin, wê 930,000 mirîşkên zozanan tenê di yek çandiniyê de li deverek parêzgeha Ibarakî, li bakurê paytext Tokyoyê, bên kuştin.

Hat ragihandin, li herêma Kawamînamiyê ya parêzgeha Miyazakî ya li başûrê rojavayê welêt, di çiftlika mirîşkan de herî dawî nexweşiya şewba çûkan hat tespîtkirin.

Di destpêka vê hefteyê de, tê gotin ku li seranserê Japonya ji 47 parêzgehan li 23 ji 47 parêzgehan bûyerên şewba çûkan hatine dîtin.

Ajansa fermî ya Kyodo ragihand, tê texmînkirin, teyrên koçber bandorê li belavbûna şewba çûkan li seranserê welêt dikin.

Li gorî îstatîstîkên MAFFê li welat di navbera Mijdara 2020-Adara 2021an de ji ber şewba çûkan 9,87 mîlyon mirîşk hatin qetilkirin.