Li Fransayê metirsiya sewba çûkan: bi milyonan çûk û mirîsk hatin jinavbirin

11 April 2022 14:27 0 dîtin
Li Fransayê metirsiya sewba çûkan: bi milyonan çûk û mirîsk hatin jinavbirin

PeyamaKurd-Şewba çûkan a ku li welatên Ewropayê bi lez û bez belav dibe, niha jî li Fransayê hat dîtin. Hat zanîn ku li Fransayê ji ber şewba çûkan bi milyonan çûk û mirîşk tên jinavbirin da ku metirsî kêmtir bibe.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Çandiniyê ya Fransayê, ji dawiya meha Mijdarê û heta niha ji 13 milyonan zêdetir çûk û mirîşk hatine jinavbirin û Fransa bi şewba herî xeter a çûkan re rû bi rû maye.

Beriya niha 5 roj berê jî li Amerîkayê ji bo şewba H5N1 belav nebe, 23 milyon çûk û mirîşk hatibûn jinavbirin.

Şewba çûkan a ku di sala 2015an de peyda bûbû, li seranserê cîhanê bûbû sedema mirina 50 milyon cûreyên ajalên bi perik.