Bi milyonan mirov di bin metirsiya lehiyê de ne
PeyamaKurd - Piştî xortuma li Amerîkayê ku li çar eyaletan xistiye, niha jî bi milyonan mirov bi karesata lehiyê re rû bi û ne. Li gorî nûçeyên medya amerîkî, li eyaletên Oklahoma, Teksas, Missouri û Arkansas 19 xortum pêk hatin.
Hat diyarkirin ku eyaletên Oklahoma, Missoru û Arkansasê bi fişara xortumê re rû bir û ne lewra ji ber metirsî heye ku xortum zirarê bide gelek mal, kargeh û wesayîtan.
Rayedar dibêjin zêdetirî 15 milyon mirov bi metirsiya lehiyê re rû bi rû ne û di vî warî de hatine hişyarkirin.
Saziya Keş û Hewayê ya Netewî, derbarê xortumê û kel û pelên ku li ber dikevin hişyar bibin. Rayedaran herweha ji ber metirsiya lehiyê ji welatiyan xwest ku dernekevin rê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin