Hewlêr | Ji bo metirsiya lehiyê ji holê rabe hejmarek proje hatin temamkirin

09 November 2022 19:25 0 dîtin
Hewlêr | Ji bo metirsiya lehiyê ji holê rabe hejmarek proje hatin temamkirin

PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw da xuyakirin ku îsal ji bo kêmkirina metirsiya rabûna lehiyê, hejmarek proje û kanalên avê li parêzgeha Hewlêrê hatine çêkirin û budçeyeke taybet ji bo vê hatiye terxankirin.

Omêd Xoşnaw îro Çarşemê di civîneke rojnamevanî de ragihand: “Ji bo kêmkirina metirsiyên lehiyê li Hewlêrê, îsal hejmarek projeyên girîng hatin çêkirin û ji bo metirsiyên lehiyê bi cidî kar hatine kirin.”

Parêzgarê Hewlêrê got: “Tiştê di şiyana hikûmetê de bû hat kirin û metirsiyên lehiyê hatine kêmkirin.”

Hat diyarkirin ku ji bo metirsiyên lehiya li sînorê deşta Hewlêrê 15 milyar Dînar hatiye terxankirin û piraniya projeyên ji bo kêmkirina metirsiyên lehiyê li Hewlêrê têne çêkirin jî temam bûne.