Li Hewlêrê civîna berfireh a ewlehiyê

04 June 2024 15:46 0 dîtin
Li Hewlêrê civîna berfireh a ewlehiyê

PeyamaKurd - Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed û Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Iraqê Qasim Arecî, li Hewlêrê li gel şandeyên xwe civîneke berfireh a ewlehiyê pêk anîn.

Şandeya hikûmeta navendî ya Iraqê ya di bin serokatiya Qasim Arecî îro danê sibehê gihişte Hewlêrê.

Hate ragihandin ku Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Iraqê û Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê li gel şandeyên xwe, li ser hin pirsgirêkên ewlehiyê û hevahengiya navbera hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistan û Iraqê gotûbêj kirine.

Weke tê zanîn Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, hefteya çûyî serdana Bexdayê kiribû û di vê serdanê de bi Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Iraqê Qasim Arecî re jî civiyabû.

Di wê civînê de, rewşa ewlehiya Herêma Kurdistan û Iraqê a di derbarê rûbirûbûna metirsî û gefên terorê hatibû gotûbêjkirin û li ser pêşxistina alîkarî û hevahengiya navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de teqezî hatibû kirin.

Di vê civînê de Qasim Arecî gotibû "Herêma Kurdistanê herêmeke destûrî ye. Bihêziya wê bihêziya Iraqê ye û loma divê baştirîn pêwendî di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de hebe.”