Li Hewlêrê civîna ewlehî û aramiya hilbijartinê hat lidarxistin

08 October 2024 17:00 0 dîtin
Li Hewlêrê civîna ewlehî û aramiya hilbijartinê hat lidarxistin

PeyamaKurd – Bi beşdariya Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, ji bo ewlehî, aramî, plan û amadekariyên ji bo birêveçûna proseya dengdana hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê ya 20ê Cotmehê û bingehdanîna beşdariya azad a dengdêran civînek hat lidarxistin.

Di civîna ku li Hewlêrê bi amadebûna berpirsê ofîsa Hewlêrê yê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê birêve çû de, ewlehîya dengdanê û aramiya proseya hilbijartinê hate gotûbêjkirin.

Divê hilbijartin di hewayeke aram de birêve biçe

Di civînê de piştî gotûbêjan ji bo dabînkirina pêdavistiyan bi armanca baş birêveçûna proseya dengdanê û amadekariyên li 48 binkeyên hilbijartinê yên taybet û 389 binkeyên giştî yên dengdanê de li sînorê parêzgeha Hewlêrê û amadebaşiya hêzên navxwe û fermangehên xizmetguzariyê û diyarkirina tevdîr û rêyên pêwîst bo bicihkirina erkên wan, parêzgarê Hewlêrê diyar kir, ku divê proseya hilbijartina dema şeşem a Parlamentoya Kurdistanê li sînorê parêzgeha hewlêrê hilbijartineke aram û di hewayekî seqamgîr de birêve biçe û pêwîste hemwelatî û aliyên siyasî jî di dema hilbijartin û dengdanê de hevkar bin ku hilbijartin di hewayekî aram de birêve biçe.

Rênimayên proseya dengdanê hatin gotûbêjkirin

Herwaha di serenaveke din a civînê de behsa biryar û sparteyên civîna lijneya bilind a ewlehiyê hat kirin, bi taybetî ku rojên dengdana giştî û dengdana taybet de nabe ti awayekî dengdêr telefonan li binkeyên dengdanê de bibin jor û roja dengdanê de qedexeya hatûçûnê neyê ragehandin û rawestek vekirîbin û herwekî rojên din ên asayî hatûçûna hemwelatiyan asayî be û ti rêyek neyê daxistin, hemû saziyên ragehandinê jî ku serdana binkeyên dengdanê dikin, divê pêşwext li Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan hatibin tomar kirin û baca komîsyonê li gel wan be.

Di dawiyê de jî parêzgarê Hewlêrê, hêvî xwest ku pêbendbûna bi biryar û rênîşaniyên komîsyonê ve hilbijartineke serkeftî li sînorê parêzgeha Hewlêrê û li hemû Kurdistanê birêve biçe, ji bo wê jî divê hemû piştgirî û alîkarî ji parêzgeha Hewlêrê re bê kirin.