PDK dê li Hewlêrê mîtînga xwe ya herî mezin a hilbijartinê li dar bixe

15 October 2024 13:21 0 dîtin
PDK dê li Hewlêrê mîtînga xwe ya herî mezin a hilbijartinê li dar bixe

PeyamaKurd –  Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di çarçoveya kampanyaya xwe ya ji bo lîsteya 190ê, îro sêşemî 15ê Cotmeha 2024an ya ji bo hilbijartinên dewra 6an a Parlamentoya Kurdistanê ku biryar e di 20ê Cotmehê de bê lidarxistin, li yarîgeha Franso Herîrî ya bajarê Hewlêrê, dê mezintirîn mîtînga xwe li dar dixe.

Dema ku amadekariyên mîtînga mijara gotinê didomin, li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li qada mîtîngê ji bo bi hezaran kesî amadekarî hatine kirin.